Ji bo piştgiriya bi Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) re li paytexta Awusturyayê Viyanayê şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de li ser girîngiya hilbijartinê axaftin hatin kirin û ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû bang li hilbijêran hate kirin ku dengê xwe heta 9´ê Gulanê (sibe) bidin. Ji wan wekî din hat xwestin ku xizmên xwe yên li Tirkiyeyê seferber bikin ji bo Partiya Çep a Kesk.
Ji Partiya Keskan a Awusturyayê Heidi Sequenz jî got, "Her dengek dikare welêt bi temamî biguherîne." Sequenz bi xwe, ji bo şopandina hilbijartinê wê biçe Amedê.
Di şahiyê de Mîkaîl Aslan, Şerîf Omerî, Delîl Xidir, Koma Rojava û Hamîd derketin ser dikê. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
ANF/VIYANA