Li Ulmê seferber dibin

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 19 Nîsan 2023 - 07:15

Platforma Hilbijartinê ya Ulmê xebatên xwe yên hilbijartina serokkomartî û ya giştî ya 14´ê Gulanê ya Tirkiyeyê, dewam dike. Platformê da zanîn ku îsal wê ji bo cara yekê li Ulmê ji 29´ê Nîsanê heta 1´ê Gulanê sindoq bê danîn û bang li hilbijêran kir da ku raya xwe bidin.

Platforma Hilbijartinê ya Ked û Azadiyê ya Ulmê bi beşdariya AGÎF, ADHF, Navendên Çanda Elewî yên Ulm, Günzburg û çendeke din, ATÎF, DÎDF, FED-GEL, SKB û hin kesayetên serbixwe hatiye avakirin. Endamên platformê li buroya hilbijartinê ya li Neu-Ulmê civiya. Wê biryar da kêmasiyên xwe temam bike û plansaziya xwe kir.

Platformê bang li hilbijêrên Kurd û tirk kir da ku ji bo dengê xwe bidin Yeşîl Sol Partiyê seferber bibin. Ji bo xebatên hilbijartinê înê li Neu-Ulmê û roja yekşemê jî li Heidenheimê panel tên lidarxistin.

Platformê bi bîr xist ku ev cara yekê ye sindoq wê li Ulmê bê danîn û xelkê derdorê wê karibin 29, 30´ê Nîsanê û 1´ê Gulanê dengê xwe li navnîşana “Magirus-Deutz Straße 13” di navbera saet 09:00 ta18:00´an de bidin.

Buroya hilbijartinê dixebite

Platformê bang li hilbijrên Kurd û Tirk kir da ku dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti). Platformê da zanîn ji bo pirsgirêkan buroya wan a hilbijartinê vekiriye û wekî din xelk dikare xwe di ser hesabên wan ên medyaya dijîtal jî bigihîne wan.
Nav û nîşanên platformê li jêr in:

AJK e.V. (Schwabenstr 41 89231 Neu-Ulm) ji duşemê ta înê saet 15.00 ta 18.00´an, Şemî û Yekşem saet 12.30´î heta 17.00´an û
TKM Ulm (Bleichstr 1, 89077 Ulm) Şemî û Yekşem (12.30-17.00) 
Facebook: Ulm Yeşil Sol Parti Ulm  
Tel: 0178 3 40 84 85  
E-Mail: yesilsolpartiulm@gmail.com

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.