Li Tûnisê 5 koçber xeniqîn

Nûçeyên Cîhan

În 24 Adar 2023 - 00:47

  • Hate ragihandin 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 28 kes jî winda ne.

Li nêzî Tûnûsê keştiyeke penaberan noqî avê bû. Hate ragihandin 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 28 kes jî winda ne.

Li ser navê Forûma Mafên Civakî û Ekonomîk a Tûnûsê Romdhan Ben Amor diyar kir ku piraniya wan ji Komara Kotdîvûarê keştiya (Peravên Diranên Fîlê) ku 38 kes tê bûn, noqî avê bûye. Hate diyarkirin keştiyê dema dixwest xwe bigihîne girava Lampedûsayê ji peravên herêma Safakesê bi rê ketiye. Li vir 5 koçber xeniqîne û 28 koçber jî winda bûne.

Li Tûnûsê ya ku nifûsa wê 12 milyon e, 21 hezar koçberên ji Efrîkaya Binê Sehrayê hene.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.