• Carek din êrişî baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker a li bajarokê Başîka hate kirin.

Carek din êrişî baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker a li bajarokê Başîka hate kirin. Di êrişa bi mûşekan de, du mûşek li nava baregehê ketin. Piştî êrişê, rayedarên Tirk ti daxuyanî nedan, lê PDK daxuyanî da.

Pêr bi şev baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker ya li nêzî gundê Derwîş a ser bi bajarokê Beşîka ya ser bi Musilê, bû hedefa êrişeke bi mûşekan.

Li gorî agahiyan, 5 mûşek avêtine baregehê, ji wan 2 mûşek li nava baregehê ketine. Derbarê ziyanan de heta nûçeya me hat amadekirin, ti daxuyanî nehatibû dayîn.

Balkêş e ku li şûna dewleta Tirk, PDK´ê daxuyanî da. Saziya Dije-Terorê ya PDK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn 5 mûşek avêtine baregehê, 2 mûşek li nava baregehê ketine, lê tiştek bi kesî nehatiye.

Hêjayî gotinê ye ku di sala 2022’an de ev cara sêyem e ku baregeha dewleta Tirk a dagirker ya li Başîkayê dibe armanca êrişên bi mûşekan.

HEWLÊR