Li bajarê Duren ê Elmanyayê, tîma fûtbolê ya Kurd SV Kurdistan a li nava Bezirksligayê dilîze, di maça xwe ya çaran a lîgê de bi ser ket û li textê lîdertiyê rûnişt.
SV Kurdistan li deplasmanê tîma VfL Sindorf 5-1 bi bin xist û bi vî awayî êdî hesabên şampiyoniyê dike. Golên maçê Alî (2), Nurullah (2) û Huseyin avêtin.
Umutspor ê Troisdorfê jî xweş ber bi pêş de diçe. Umutspor di Kreis Liga A de dilîze û di 4 maçan de 8 puan girtine û di nava lîgê de bi îddîa ye. Umutspor jî di maça xwe deplasmanê de tîma SV Wolsdorfê 5-2 têk bir. Golên maçê Alan (2), Ahmet, Kosta û Muhammed avêtin.
Tîma FC HevaL a di Lîga A ya Euskirchen Kreis de hesabên şampiyoniyê dike û di maça xwe ya deplasmanê de hevrikê xwe SC Gernaia 3-0 têk bir. Golên maçê Mumîn, Ahmet û Nezîr avêtin.
FETHÎ ÇIYA/KÖLN