• Peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê, li bajarê Sydney ê Awûstralyayê hate şermezarkirin.

Peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê, li bajarê Sydney ê Awûstralyayê hate şermezarkirin.
Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li qada Town Hallê pêk hat.
Bi navê komîteya amadekar daxuyaniyek hate dayin û êrişên li ser Kurdên Êzidî hatin şermezarkirin. Her wiha hate bibîrxistin ku Êzidiyan gelek caran komkujî dîtine, lê belê serê xwe li ber komkujiyan netewandine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê nehêlin ku careke din komkujî li Êzîdiyan bê kirin. Em ê li ber komploya li dijî Kurdan bi taybetî ya li dijî Êzîdiyan rabin."
Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Awûstralyayê, Neteweyên Yekbûyî, DYE û Ewropayê hate kirin ku li dijî komkujiyên nû yên gengaz, xweseriya Şengalê nas bikin.

ANF/SYDNEY