Svaziland ango bi navê xwe yê esasî Eswatînî ku yek ji welatêkî Afrîka ye, bi pêşengiya Partiya Komûnîst bi navê ‘Edalet ji gelê Kurd re, azadî ji hevrê Ocalan re’ semînerek hat lidarxistin.
Tekoşîna gelê Kurd girîng e
Berpirsê Têkiliyên Navneteweyî ya Partiya Komûnîst a Svazîland CPS’ê Tîtûs Vîlakatî di destpêka semînerê de axivî. Vîlakatî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji bo wan girîng e û anî ziman ku ji bo rewşa Rêber Abdullah Ocalan ê ku pêşengtiya doza azadiyê dike û rewşa hemû girtiyên siyasî hîn bibin, semînereke wisa li dar xistine.
Li ser tecrîdê minaqeşe hate kirin
Serokê Koma Xebatê ya Kurdan a Afrîkaya Başûr (KHRAG) Mahmûd Patel jî hatibû vexwendin. Patel di axaftina xwe ya bi dîmen de qala şer kir ê ku dewleta Tirk ji serê Şerê Cîhanê yê Yekemîn û heta niha bi piştgiriya navneteweyî dike. Di beşa duyemîn de jî li ser dîroka PKK’ê, berxwedana wê û helwesta Rêber Abdullah Ocalan a di vê têkoşînê de nirxand.
Her wiha li ser rola CIA, Mossad û NATO'yê ya di komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan de, hate sekinandin. Patel bal kişand ser pergala Îmraliyê ya ku 24 sal in Rêberê Gelê Kurd pê re rû bi rû maye û ji bo ku rewşa Rêber Apo baş were fêmkirin bal kişand ser pêvajoyên di dema rejîma Apartheîd a Afrîkaya Başûr de.
Em ê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin
Sekreterê Navneteweyî yê CPS'ê Pîûs Vîlakatî diyar kir têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd têkoşîna wan e û bi yekîtiya gelan wê ev tişt pêk were. Vîlakatî diyar kir ji ber şoreşa jinaên Kurd xurt bû, dewleta Tirk Sakîne Cansiz qetil kir.
Beşdaran jî diyar kirin ku divê CPS ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd têbikoşe û banga têkoşîna hevpar hate kirin.
Partiya Komunîst a Swazilanê bi salan e li welêt li dijî monarşiyê têdikoşe.
NAVENDA NÛÇEYAN