Li Sûriyeyê alozî zêde ye
Duşem 15 Gulan 2023 - 14:53
Li herêmên hikûmeta Şamê, aloziya sotemeniyê û mûçeyan girantir dibe. Xelkê li herêmên di bin serweriya hikûmeta Şamê de ji ber aloziya sotemeniyê, bihabûna kel û pelan û kêmbûna mûçeyan, bi hêrs in.
Li paytexta Sûriyê Şamê, li kêleka aloziya veguhestinê ya dijwar, aloziya sotemeniyê jî careke din zêde dibe. Ajokarên kamyon û erebeyan ji bo dagirtina erebeyên xwe bi saetan li ber stasyonên sotemeniyê disekinin.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), sotemenî têra maşîn û wesaîtên veguhestinê yên giştî nake, lewma ajokar neçar dibin ku sotemeniyê bi buhayên serbest bikirin. Bi vê yekê mesrefên veguhestinê jî bilindtir dibin û zirar li xelkê dibe. Di heman demê de aloziya sotemeniya maşîn û wesaîtan, aloziya gazê jî çêdibe.
Xelk li Sûriyeyê birçî ye
Di dema aloziya sotemeniyê ya vê dawiyê de, buhayê lîtreya benzînê gihişt 20 hezar Lîreyên Sûrî, yê lîtreya mazotê jî gihişt 14 hezar lîreyên Sûrî.
Bi zêdebûna buhayê sotmeniyê re, li herêmên hikumeta Şamê sebze, fêkî, derman û sotemenî bihatir bûn. Lêçûnên xizmetên înternet, elektrîkê û peywendiyan jî du qat bûn û rewşa jiyanî û madî ya xelkê xirabtir bûye û hêrsa wan zêdetir bûye.
Li gel daketina nirxê lîreyê Sûriyê li hemberî dolar, ti guhertin di mûçeyên karmendan û heqdestên karkeran de çênebûye. Mûçeyê karmendên hikûmeta Şamê, mehane ji 150 hezarî derbas nakin ku ev pere têra debara 2 rojan jî nake.
Li gorî raporeke Rêxistina Xurekê û Çandiniyê ya NY`yê (FAO) û Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP), di Hezîrana 2022`yan de Sûriye ji 20 herêmên cîhanê ye ku birçîtî lê heye.
NAVENDA NÛÇEYAN