Li Sûriyê bîlançoya erdhejê giran e

Sêşem 7 Sibat 2023 - 16:36

Ji ber kêmbûn û neserketîbûna ekîbên tenduristiyê, li Sûriyê ji bin xirbeyên gelek kesên jiyana xwe jidest dane tên derxistin.

Hezar û 641 kesan jiyana xwe jidest da
Li gorî îstatîstîkên Çavdêriya Ji Bo Mafê Mirovan a Sûriyê SOHR’ê heta niha hezar û 597 kesan jiyana xwe jidest dane, 3 hezar û 500 kes jî birîndar bûne.

Li gorî herêman kesên jiyana xwe jidest dane wiha hatine rêzkirin.

Li herêmên di bin kontrola rejîmê de 817 kes.

Hêjmara kesên li bajarê Atarîb ê li rojavayê Helebê jiyana xwe jidest dane 120, li herêmên ku di bin kontrola ‘Hikûmeta Rizgarî’ û ‘Hikûmeta Demkî ya Sûriyê’ bêhtirî 80 kesî mirine.

Erdheja dijwar li herêmên navîn ên Sûriyê, li 72 gund, navçe û bajarên li Bakur û Rojava û Rojavayê Sûriyê jî li avahiyan bi temamî û qismî, rê li ber zirarên mezin vekiriye. 

Xelk ji erdhejên din ditirse

Li aliyekî din li giştî Sûriyê li herêmên cuda, bi sedan malbat ji tirsa erdhejên din li meydanan, di konan de, li îbadetxaneyan, parkan û salonan dimînin. Di vê navberê de tevî kêmbûna ekîbên rizgarkirinê û derfetan, li gel şêniyan hewl didin kesên di bin xirbeyan de mane, rizgar bikin. SOHR radigîhîne ku piştî erdheja dijwar ku li herêmê xist, erdhejên piştre jî gelek çêbûne. 

Bang li civaka navneteweyî hate kirin

Ji ber erdhejê di serî de Bakur û Rojhilatê Sûriyê li 58 gund, navçe û bajaran li gelek avahiyan an bi temamî an jî bi qismî zirar çêbûne. Herêmên ku herî zêde ji erdhejê bandor bûne, Lazqiye, Hema û Heleb, her wiha Mare, El Bab, Ezaz, Cindirês, Sarmada, Maarrat Masrîn, Darkûş, Harem, Azmarîn, Zardana, Salqîn, Ram hemdan û Cisr El ên di bin kontrola rejîma Sûriyê û dewleta Tirk a dagirker de ne. 

SOHR destnîşan dike ku ekîbên rizgarkirinê yên Sûriyê di karê xwe de gelekî lewaz dimînin û bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo kesên di bin xirbeyan de werin rizgarkirin tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Herwiha bang li rayedarên dewleta Tirk dike ku kesên di erdhejê de birîndar bûne, di nexweşxaneyên xwe de derman bikin û ekîbên tenduristiyê bişînin cihên erdhej lê çêbûne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.