Li Sûdanê resmên Siltaniya Funj

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 13 Nîsan 2023 - 03:18

Li Sûdanê, li bajarê antîk ê Nubian arkelogan resmên serdema Siltaniya Funj hatin dîtin. Li gorî encamên hatin bidestxistin, ev resm ji tuxleyan hatine çêkirin û tuxle jî li ber tavê hatine hişkkirin. Resmên hatine dîtin yên Xirîstiyaniyê ne û di Serdema Siltaniya Funj de di sedsala 19’an de hatine çêkirin.

Di resm de qralekî Nubiya serê xwe li ber Mesîh ditewîne. Her wiha perên ferîştah Mîkaîl jî hem Mesîh û hem jî qralê Nubiya diparêze. Li hêlekê jî Meryem hatiye teswîrkirin. Di destên wê de kitêb û xaçek heye. 

Arkeolog Artur Obluskî da zanîn ku ev resmên hanê, afirîneriya xelkên Efrîkî nîşan dide. Wî her wiha got, ev resm nîşan didin ku Efrîkî ji Ewrûpayê fêrî tiştan nebûne, berevajî vê yekê, ew jî li gorî bipêşketinên dinyayê, li gorî xwe li ser hin meseleyan ramiyane û ew mesele şirove kirine.

XARTÛM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.