Li Sûdanê êş û azara zarokan

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 26 Tîrmeh 2023 - 03:17

  • Li gorî UNICEF’ê ya NY’ê li Sudanê herî kêm 435 zarok hatine kuştin û 2025 zarok jî birîndar bûne.

Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku di şerê Sûdanê de ku 100 roj in didome, di her saetekê de zarokek tê qetilkirin an jî birîndarkirin.

Ji 15’ê Nîsanê û vir ve di navbera artêşa girêdayî general Abdûl Fettah El Bûrhan û Hêzên Piştevaniya Bilez (HDK) girêdayî hevkarê wî yê berê general Mûhammed Hamdan Daglo de şerê desthilatdariyê heye. Ev her du hêz berê tîfaq bûn. Aliyên ku ji bo desthilatdariyê şer dikin, tevî qeyrana mirovî dibêjin, “an serkeftin an mirin” û şer didomînin.

Hate diyarkirin ku ji ber şer heta niha herî kêm 3900 kes jiyana xwe ji dest dane, lê tê payîn bîlançoya rast zêdetir e.

Li gorî UNICEF’ê ya NY’ê herî kêm 435 zarok hatine kuştin û 2025 zarok jî birîndar bûne.

UNICEF’ê bi daxuyaniyeke got: “Her roj zarok tên kuştin, birîndarkirin, revandin û tiştên di destê wan de mayî dibîstan, nexweşxane û binesaziyên wêrankirî ne.”

Rêxistina girêdayî NY’ê diyar kir ku 2 hezar û 500 binpêkirinên cidî yên mafên zarokan hatine kirin, lê di rastiyê de zêdetir in û got: “Pêwîstiya 14 milyon zarokan bi piştgiriya mirovî heye.”

Di şerê dawî de li Sûdanê zêdetirî 3, 3 mîlyon kes neçar man malên xwe biterikînin. Ji wan zêdetirî 700 hezar kes welat teriqandin. Bi mîlyonan mirov rûbirûyê biçîbûnê hatin hiştin. Tevî qeyrana mirovî ya piralî jî aliyên şer dest ji tundiyê bernadin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.