Arkeologan li Spanyayê, li herêma Huerta de Otero mozaîkeke nû dîtin. Mozaîka ku hatiye dîtin ji dema Romayan û ew Medûsa temsîl dike. Arkeologê bi navê Felîx Palma da zanîn ku wan tenê mozaîkê Medûsa nedîtiye, her wiha wan gelek resm û peykerên bi motîf jî dîtine.
Arkeologan cara ewil di sala 1976’an de li Huerta de Otero erdê kolan lê bi salan xebatên li wir nîvco mabûn. Piştî sala 2019’an careke din li heman herêmê xebatên erd kolanê dest pê kirin û di encama van xebatan de xaniyekî malbateke dewlemend hate dîtin. Mozaîkê medûsa jî zemîna malê dixemiland, li ser mozaîkê Medûsa tevî çend desenan Teyrê Tawis jî hatine teswîr kirin. Li derûdora mozaîkê Medûsa bi tevahî 4 heb Teyrê Tawis hatine teswîrkirin. Fîgûr ango rûyê Medûsa yê li ser mozaîk jî ne weke cinawir lê weke insanan hatiye teswîrkirin.
Medûsa fîgûreke mîtolojîk e ku di serdema antîk a Yewnanan de gelek caran derbas dibe. Destpêkê teswîrên Medûsa weke cinawiran dihate teswîrkirin lê di dema Roma de ev teswîr ji holê rabûn û rûyê Medûsa weke yê insanan teswîr kirin.
Di mîtolojiya Yawnanan de derbas dibe; Perseus ji bo nebe kevir Medûsayê dikuje! Yanî ew her tim weke fîgûreke tirsnak hatiye nîşandan di mîtolojiya Yawnana de. Li di teswîrên piştî Yawnan de em dibînin fîgûrê Medûsa dişibînin insanan û bi vî awayî teswîr dikin. Ev mozaîka ku Spanyayê hatiye dîtin jî nîşaneya vê yekê ye.
MADRÎD