Li Silêmaniyê bi pêşengiya jinan festîvala berhemên xwemalî hate lidarxistin. Di festîvalê de 65 kes berhemên xwe nîşan didin.

Li Emnesoreke ya Silêmaniyê, festîval ji şemiyê ve dewam dike û wê heta 30’ê Adarê dewam bike. Di festîvalê de 65 kes berhemên xwe yên xwemalî difiroşin.

Di nava van de hingiv, reşik, sabûn, zeyt, xeml, tiştên xweşikbûnê û gelek herhemên din tên nîşandan.

Kesên tevlî festîvalê bûne ji rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê bifikar in û diyar kirin ku gelek kes serdan dikin, lê ji ber rewşa aborî nikarin tiştekî bikirin. Molînya Sedîq dibêje: “Berhemên me ji sabûn, zeyt û tiştên xweşikbûnê pêk tên.

Hemû xwemalî ne. Li Kurdistanê hatine çêkirin." Jina bi navê Şara Arif diyar kir ku gelek kes ji bo çareserkirina nexweşiyan neçar dibin hingiv, reşik û hinek berhemên din bikirin, her çiqas welatî tên temaşeyî berheman dikin û dixwazin bikirin, lê hêza wan a kirînê nîne.

SILÊMANÎ ROJNEWS