Li seta ‘Dilşa’ 4 pirtûkên din zêde bûn

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 14 Tebax 2024 - 00:13

Weşanxaneya Nûbiharê 4 pirtûkên nû li seta bi navê “Dilşa” ku di sala 2022’an de derxistibû zêde kir. 

Di seta Dilşa ya pêşî de 6 pirtûk hebûn û pirtûk ji bo zarokên 3 û 6 salî hatibûn hazirkirin. Zimanê pirtûkan Kurmancî û Kirmanckî bû. Lê va ye 4 pirtûkên din jî li vê seta xweşik a ji bo zarokan hatiye hazirkirin zêde bûn.

Pirtûkên ku nû hatine çapkirin ev in;

Dilşa û pitika nû
Dilşa dibe xwediya pisîkekê
Dilşa cara pêşî difire
Dilşa pizzayê çêdike

Nivîskar Liane Schneider ev pirtûk nivîsandine, Eva Wenzel-Burger jî xêzên wê çêkirine. Nivîskar Hêja Încekan, Zehra Dilovan, Abdullah İncekan û Selman Dilovan ji bo wergera van 4 pirtûkên dawî xebitîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.