Salek bû bajarê Serêkaniyê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê qaşo Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê ve hate dagirkirin. Ji destpêka êrişên li djî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9ʼê Cotmeha 2019ʼan de sûcên şer û guhertina demografîk heta roja me ya îro didomin.
Ji ber dagirkeriya dewleta Tirk li bajêr, zêdetirî 150 hezar şêniyên resen ên bajêr û gundewar koçber bûn. Dewleta Tirk û çeteyên wê bi êriş, zêdegavê û hovîtiya xwe şêniyan didin koçberkirin.
Bi dagirkirina bajêr re, çeteyan dest bi talankirina milkên sivîlên ku ji hovîtî û çekên dagirkeran revîne kirin, mal veguherandin baregehên leşkerî. Dikan hatin dizîn, kelûpelên tê de li çeteyan hatin belavkirin.
Dewleta tirk a dagirker û komên wê yên çete, bajarê pîşeyî yê ku tê de bi sedan dikan hene, talan kirin û alavên tê de li beramberî miqdarên mezin pereyan firotin bazirganan di nav de xwediyên wan dikanan ên rastîn.
Şêniyekî bajarê Serêkaniyê (E.F.) ku nexwest navê xwe eşkere bike got: “Dema çete derbasî mala min bûn, kelûpelên malê dizîn, piştre firotin.”
E.F. wiha domand: “Artêşa Tirk a dagirker di vê dawiyê de taxek girêdayî komîna şehîd Merwan Lihemîs ku ji zêdetirî 10 malan pêk tê kontrol kir û rêyên ku digihêjin taxê hemû bi bêtonê girtin.”

ANHA/QAMIŞLO