Hêzên rejîma Îranê li herêma Serdeştî êrişî komeke kolber kirin, di encama êrişê de kolberek hate qetilkirin.
Êrişên hêzên rejîma Îran yên li ser kolberan dewam dikin. Li gorî nûçeya kolbernewsê, hêzên rejîma Îranê pêr li ser xala sînor ya Dolebî a ser bi Serdeştê, êrişî komek kolber kirine.
Çavkaniyê ragihand ku di encama êrişê de kolberê bi navê Wehîd Mihemedpûr ê bavê 3 zarokan bû hat kuştin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ