Şoreşger dema di rêyekê de diçin illeh bi awayekî şopa xwe dihêlin. Belkî sedsalan jî ew dewsa şopa wan jê neçe û her tim heye ku hin kesên din bidin ser şopa wan û bimeşin. Rojnamevan Ersîn Çaksû jî daye ser şopa şoreşgerekê ew şoreşger jî Sakîne Cansiz e ku weke Sara tê naskirin. Sakîne Cansiz (Sara) 9'ê Çile ya 2013'an li Parîsê bi reşkujiyeke bêbextane tevî 2 şoreşgerên din hat qetilkirin. Sara ji  Zindana Amedê heta bi çiyayên Kurdistanê, Rojava û Ewrûpayê şopa xwe hişt. Çaksû jî bi pey şopa wê ya li Rojava ket û şopa wê li cem malbata Diya Ciwan (Sumeya Bleto) û Behzat Mihemed Smaîl dît. Malbat ji gundê Til Cemal ê Dêrikê ye.

Di çavên wê de azadî hebû

Sara, piştî xebatên li Rojava sala 1992'an dema ku li ser rêya çiyê ye, li Dêrikê 9 roj û 9 şevan dibe mêvanê Diya Ciwan û Behzat Mihemed Smaîl. 
Diya Ciwan weke ku emaneteke pîroz be ji nav destmalê wêneyên ku dema mêvantiya 9 roj û 9 şevan hatî girtin derdixe û cara pêşî nîşanî Çaksû dide û dibêje,''Di çavên wê de min evîna li Kurdistana azad û jina azad dît.''

Dilsozê doza Kurdistanê bû

Zilamê malê Behzat Mihemed Smaîl weha qala Sarayê dike: “Sala 1992'an bû. Komeke mezin a gerîla, piştî perwerdeya li Akademiya Mahsûn Korkmaz derbasî çiyê dibû. 70-80 kes hebûn. Berî derbas bibe li mala me man. Di nava wan de heval Sara jî hebû. Jixwe me Heval Sara berê bi berxwedana li Zindana Amedê nas kiribû. Me yê cara pêşî ew bidîta. Li zindanê gelek êşkencê lê hatibû kirin û loma nexweşiyên wê yên giran hebûn. Lê gelekî bi moral bû. Xwedî îdeolojî bû û dilsozê doza Kurdistanê bû.”

Jiyana herî xweş a azad e

Diya Ciwan jî dibêje, ‘’Em pêşî pê hesiyabûn wê Sara jî bê. Dema sibehekê zû min ew li mala me dît ez gelek kêfxweş bûm. Tevî ku ew bi zazakî dipeyivî jî me xweş ji hev fêhm dikir. Rojekê min jê re got, 'tu pirr xweşikî, çima te her tişt li pey xwe hişt û te ev jiyan zor û zehmetî hiilbijart?', wê jî got, ''Jiyana herî xweş jiyana Kurdatiya azad e. Heta ku em azad nebin em ê ti jiyanê bi xweşikî qebûl nekin. Xweşikî bi wê pêkan e ku mirov li welatê xwe, li ser xaka xwe, li çiyayên xwe bi azadî bijîn.''
Bi jinitiya xwe van gotinan pir tesîr li ser min kir. Di çavên wê de min giyanê berxwedanê, evîna Kurdistana azad û jina azad didît. Ez careke din sond dixwim ku em jin em ê bidin ser şopa wê. Dijmin dema ku Sara şehîd kirî jê we ye ku bi ser ketiye. Niha bi deh hezaran jin li ser şopa Sara dimeşin.''

NAVENDA NÛÇEYAN