Navên 3 kesên din ên ku ji Lîbyayê bi botê diçûn Îtalyayê û li peravên Lîbyayê bota wan noqî avê bû, eşkere bû.
Li gorî agahiyan, bota noqî avê bû, li nêzî bajarê Tebreq ê Lîbyayê noqî avê bûye, di encamê de 25 penaberên ji Sûriyê mirin. Keştî ber bi Îtalyayê û dewletên Ewrûpayê ve diçû.
Navên 3 kesên din ên di bûyerê de xeniqîn eşkere bû. Ev jî jina ji Efrînê Ayde Hemîd a 54 salî û 2 keçên wê Diyana Mihemed a 23 salî û Aya Mihemed a 19 salî ne. Her sê jî ji gundê Mîdan Ekbesê yê ser bi Racoyê bûne.
Pêr jî navên 7 kesên ji Kobanê yên di keştiyê de eşkere bûbû û ew jî ev in: Hecî Weyso (29), birayê wî Mehmûd Weyso Ehmed (30), hevjîna Hecî Weyso Bêrîvan Mihemed Fethî (27) û zarokên wan Elend (7), Levend (5), Fûad (4) ji gundên Bîr Mamê yê başûrê rojhilatê Kobanê, Bekir Mehmûd (30) ji gundê Qiçik ê rojhilatê Kobanê. Hîna du kesên din ji heman gundî yên ku navên wan nehat zanîn û kesekî din ê ji Kobanê winda ne.
ANHA/HELEB