- Jineke ciwan a Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê ku dixwest weke penaber biçe Ewrûpayê, di Derya Egeyê de xeniqî.
Li gorî agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan Hengawê, jineke ciwan a Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê ku dixwest weke penaber biçe Ewrûpayê, di Derya Egeyê de ji ber ku bota tê de noqî avê bû, xeniqiye. Li gorî Hengawê, jina ciwan Monîre Heyderî ya ji gundê Zerdoweyî yê navçeya Pawe ye. Jina ciwan bi xwe li Kirmaşanê dima. Bota ku Monîra Heyderî tê de, nêzî girava Grîtê ya Yewnanistanê noqî avê bûbû. Di botê de texmînî 45 kes hebûn û ji wan 37 kes hatin rizgarkirin. Pirraniya kesên di botê de ji Başûrê Kurdistanê bûn. Hîna jî aqûbeta hinan ji van penaberên di botê de ne diyar e.
NAVENDA NÛÇEYAN