Li ser pereyên Emerîkayê wêneyê reşikekê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 19 Çile 2022 - 22:06

  • Emerîkayê di dîroka xwe de cara yekem li ser pereyên xwe rûyê miroveke reşik neqişand. Ev rewş ji bo Emerîkayê wekî gaveke girîng hate şirovekirin. 

Emerîkayê di dîroka xwe de cara yekem li ser pereyên xwe rûyê miroveke reşik neqişand. Ev rewş ji bo Emerîkayê wekî gaveke girîng hate şirovekirin. 

Roj bi roj li tevahiya cîhanê nijadperestiya li dijî reşikan mehkûm dibe. Derbarê vê yekê de li Emerîkayê jî gaveke girîng hate avêtin. Li ser pereyên hesinî yên Emerîkayê cara yekem e ku wêneyê helbestvaneke reşik hate neqişandin. 

Helbestvana ku wêneyê wê hatiye bikaranîn, Maya Angelou ye. Di wêneyê li ser pereyên Emerîkî de helbestvanê destê xwe vekiriye li tiştekî ku li ber rojê difire. 

Helbestvan Maya Angelou bi pirtûka xwe “Ez dizanim ka çima çûkên di qefesê de difîtin” deng vedaye. Maya Angelou her wiha heyamekê ji aliyê serokê reşik ê Emerîkayê Barrack Obama ve hatibû xelatkirin.  

WASHINGTON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.