Li ser heramê bi hev ketin

Çarşem 1 Kanûn 2021 - 23:21

  • Ji bo bidestxistina rêveberiya Miduriyeta Muzeya Amedê, du komên AKP'î bi hev ketin. Li ser vê bihevketinê, kirineke bi guman a nêzî bi 30 milyon TL'yî derket holê. 

Ji bo bidestxistina rêveberiya Miduriyeta Muzeya Amedê, du komên AKP'î bi hev ketin. Li ser vê bihevketinê, kirineke bi guman a nêzî bi 30 milyon TL'yî derket holê. Di lepirsînê de ku bi hinceta karê nelirê hat destpêkirin, midurê muzeyê Vehbî

Yurt ji peywirê hat girtin. 

Ji bo lêkolîna tohmetên komên AKP´î yên li dijî hev, Wezareta Turîzm û Çandê ya tirk du mufetiş wezîfedar kirin. Her du mufetişan, li miduriyetê kirinên biguman ên nêzî 30 milyon TL'yî tespît kirin. Di pêvajoya lêpirsînê de midurê muzeyê Vehbî

Yûrt ji peywirê hat girtin. 

Li gorî tohmetan, Vehbî Yûrt sala 2018'an arkeologên nêzî xwe yên Azad G. û Mevlut Ç. ji bo kolanên li devera ku bendava li ser Çemê Ambarê wê lê bê avakirin wezîfedar kirine. Li gorî qanûnî diviyabû, arkeolog bi dorên diyar li kolanên cuda jî bihatana wezîfedarkirin lê cihê her du arkeologan nehatiye guhertin. Yûrt, Azad G. û Mevlut Ç. li şûna 20 ta 40 karkeran wan qederê 150 karker dane xebitandin. Tevî ku gelek karker neçûne kar jî mûçeyê wan hatiye razandin. Tohmet jî ew e ku Yûrt, Azad G. û Mevlut Ç. ev pereyê hanê di navbera xwe de parve kirine. 
 

Karker li kafeya xwe xebitandine

Tohmeteke din jî ew e ku karê ne li rê yê din ew e, di ser Komeleya Parastina Hebûnên Çandî re karker hatine xebitandin.

Yanî Yûrt karkerên ku miduriyeta muzeyê meaşê wan dide û qaşo di xebatên kolanê de cih girtine, li Komeleya Parastina Hebûnên Çandî dane xebitandin. Vehbî Yûrt bi xwe ev komele ava kiriye û esas weke kafe wê dixebitîne.

Yûrt wekî din ji kîsê miduriyeta muzeyê mazot berdaye maşîneya ku ji aliyê midûriyetê jê re terxan kiriue û ji bo karê xwe û malbata xwe bi kar aniye. 

Li aliyê din mufetişan tespît kiriye ku di 4 salên dawîn de maldariya Yûrt, Azad G. û Mevlut Ç. bi awayekî micid zêde bûye.

Van kesan di navbera 6 û 8 hezar TL mûçe girtine. 

Çav li rê ye ku mufetişlêpirsîneke berfirehtir bidin destpêkirin, lewma guman heye ku di kolanên li Keleha Zerzewan û hin kolanên din ên arkeolojîk de jî heman karên ne li rê hatibin kirin.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.