• Wezîrê Elman, gava behsa Sûrî dike dibêje, ew dixwaze Sûrî biîstîqrar be, aştiyane be û demokratîk be. Gelo wî hîna hîç nebihîstiye ka xelkê Rojavayê Kurdistanê bi projeya xwe ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî çi dikin?

REWŞAN DENIZ

Wezîrê karê derve yê Elman Heiko Maas ji rojnameya Elman Die Welt re meqaleyek nivîsî. Bi rastî jî bi heq, hikûmeta Beesê ya Beşar Esad bi binpêkirina mafên mirovan gunehbar kir. Lê rastî ew e, her rastiya wî derewekê li wî eşkere dike. 

Gava ew hikûmeta Esed bi binpêkirina mafê mirovan gunehbar dike, ew binpêkirinên mafên mirovan ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Sûrî nabîne, yan jî naxwaze deng ji xwe derxe. 

Wî soz da ku ew ê alîkariyê bide çalakgerên mafê mirovan û xelkê sivîl ên ku êş û azarê ji rêjîmê dikişînin. Lê li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûrî ne wî ne hikûmeta wî heta niha ti alîkariyeke berbiçav nekiriye; ew behsa rewşa li wir jî nake, tevî ku di berterefkirina tehlûkeya DAIŞ'ê de Rojava bi rola sereke rabûbû.

Wezîrê Elman, gava behsa Sûrî dike dibêje, ew dixwaze Sûrî biîstîqrar be, aştiyane be û demokratîk be. Gelo wî hîna hîç nebihîstiye ka xelkê Rojavayê Kurdistanê bi projeya xwe ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî çi dikin?

Em safdilî bin em ê bibêjin, nizane. Lê axir ew bi meselê baş dizane. Lê mesele ne mafê mirovan, demokrasî û aştî ye; mesele jeopolîtîk e. 
Sûcên dixin stûyê dewleta Sûrî hemû berê me ji Tirkiyeyê nas dikirin û dewleta Tirk îro weke hêza dagirker heman sûcan bi awayekî dijwartir li ser erdên Sûri û Rojavayê Kurdistanê jî dike. Lê dîsa jî tevgera demokrasiyê ya beriya 11 salan zûzûka fetisîbû, bi alîkariya nexasim Tirkiyeyê jî ew hêzên tundraw ên îro li deverên Tirkiyeyê dagirkirî û DAIŞ peyda bûn. Elmanya jî di navê de gelek welatan sîleh û pere dan wan. Rast e ku hikûmeta Beesê xwe bi alîkariya Îran û Rûsyayê li ser piyan girt, lê em ji bîr nekin, ji peydabûna DAIŞ'ê û hêzên tundraw ên weke El-Nusra û dagirkirina beşeke mezin a erda Sûrî bi destê wan jî welatên rojava, nexasim jî dewleta Tirk û Elmanya Federal bi alîkariya xwe ya lojîstîkê û malî berpirsiyar in. 

Ma ne dewleta Tirk bi tankên Leopard ên Elman û balefirên şer ên NATO'yê Efrîn dagir kir; û qirkirineke etnîk a eşkere jî bire serî. Lê wezîrê Elman di meqaleya xwe de behsa wê nake ku hevaldoşkên wî yên ji Xuta û deverên din ketin malên Kurdên Efrînê. Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê jî, li Serêkaniyê jî her roj wan sûcên li dijî mirovahiyê dubare dike ku Heiko Maas pê hikûmeta Şamê gunehbar dike. 

Xebera Maas e, "berpirsiyariya me hemûyan e ku têkoşînê li dijî bê cezamanê bikin." Lê ev xeber li devê wî nayên, gava ku ew pişta dewleta Tirk digire da ku ji ber sûcên xwe neyê cezakirin. Axir meseleya Maas ne heq, aştî û edaleta ji bo mexdûran e, meseleya wî jeopolîtîk e û encamên wê yên giran jî li ser milê miletê Rojava û Sûriyê ne.