Serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bê navber dewam dike. Bi hatina Newrozê re sala nû ya Kurd, serhildanê mohra xwe li Newrozê xist.

Li tevahî bajar û herêmên Rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hate pêxistin. Serhildan bi agirê Newrozê gur bû, reng û dengê jinên azad bilind bû.

Li bajarê Seqizê bi sedan kesî berê xwe da goristanên kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane. Bi taybetî bi sedan kes tevî malbata Jîna Amînî, çûn ser gora jina ciwan a Kurd Jîna Amînî. Jîna Amînî li ser gora xwe hate bîranîn û Newroz li her kesê di xwepêşandanan de hatiye qetilkirin, hate pîrozkirin. Xelkê bi gavên şidiyayî biryardariya xwe ya ji bo azadiyê nîşan da.

 

Navê Ocalan li çiya nivîsandin

Di merasîmê de sirûdên şoreşgerî, dirûşmeyên dijî desthilatê hatin qêrîn. Banga geşkirina serhildanê hate kirin. Li heman bajarê Seqiz, li ser serê çiya bi agir navê Rêber Abdullah Ocalan hate nivîsandin.

Li bajarên weke Sine û Bokanê jî dayikên zarokên wan hatine qetilkirin, bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û şehîd namirin Newroz pîroz kirin û li ser goristanan zarokên xwe bi bîr anîn.

Li bajarên Sine, Mahabad, Pîranşar, Şino, Bokan, Seqiz, Dêwlan, Kamyaran û gelek herêmên din, ciwan daketin kolanan û bê navber dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan. Ciwanan nerazîbûna xwe ya dijî rejîma Îranê nîşandan.

Gorî agahiyan û dîmenên hatine belavkirin, li bajarên Sine, Dêwlan, Bokan û Seqizê di navbera ciwan û hêzên dewletê de ji ber êrişa hêzên Îranê alozî çêbûye û gelek xwepêşander birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN