Xelkê bajarê Seqizê dijî dorpêça hêzên Îranê greva giştî dan destpêkirin. Welatiyan deriyê dikanên xwe venekirin û dorpêçê protestokirin.
Şaredariya Seqizê ji bo ku çûna gel a li ser gora Jîna Emînî ya li Goristana Ayçiyê asteng bike projeya rê da destpêkirin. Hat zanîn ku şaredarî dixwaze rêya goristanê bigire û parkên li goristanê jî ji holê rake.
Piştî ku gel ji van plansaziyan agahdar bû, projeyê bi girtina deriyên dikanan û biryara greva giştî protesto kir. Di heman demê de leşkeran beriya mitînga ku plansaziya wê dihat kirin, bajarê Seqizê dorpêç kirin. Hêzên rejîmê hemû rêyên ku diçin şaredariyê girtin û trafîka li ser van rêyan dan sekinandin. Li ser vê yekê dikandaran ji bo ku piştgirî bidin malbatan, greva giştî dan destpêkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN