Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) nerazîbûn nîşanî hewldana dagirkirina Şengalê da û destnîşan kir ku armanc desteserkirina temamê Kurdistanê ye. KON-MED'ê ji bo çalakiyên 26'ê Mijdarê banga tevlîbûnê kir.

KON-MED'ê diyar kir ku xelkê Şengalê bi biryar e xaka xwe biparêze û wiha dewam kir: "Ev dagirkeriya ku bi zordarî li ser xelkê Şengalê tê ferzkirin, dibe sedema qirkirinê. Li dijî vê fermana dagirkeriyê divê gelê Kurdistanê, gelên herêmê, gelê me yê li derveyî welat û dostên me xwedî li Şengalê û berxwedana Şengalê derkevin û rê nedin van polîtîkayên qirêj.

Ev plana xiyanet û nokeriyê ya bi dijmin re li ser Şengalê hatiye destpêkirin, projeya dijminê Kurd û Kurdistanê projeya dewleta Tirk a dagirker e ku li dijî parçeyên Kurdistanê hemûyan dimeşîne. Divê were zanîn ku ev êriş li dijî nirx û destketiyên gelê Kurd hemûyan e."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku beşdarî çalakiyên 26'ê Mijdarê yên ji bo xwedîderketina li Şengalê bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN