• Jinên Êzîdî û yên ji Iraqê li Şengalê kom bûn û ji bo têkoşîna hevpar a li dijî DAÎŞ’ê bang kirin.

Jinên Êzîdî û yên ji Iraqê li Şengalê kom bûn û ji bo têkoşîna hevpar a li dijî DAÎŞ’ê bang kirin.

TAJÊ bi slogana ‘Yekîtî û têkoşîn mîsogeriya parastinê ya jinan e’ li navçeya Til Ezer a Şengalê komxebateke jinan li dar xist. Ji Bexda, Mûsûl, Kerkûk û Şengalê gelek saziyên civakî û endama Partiya Eniya Têkoşîna Demokratîk Dilpak Îsmaîl jî di nav de geles kes tevlî komxebatê bûn.

Endama Koordînasyona TAJÊ (Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî) Riham Heco di destpêka komxebatê de axivî. Heco diyar kir ku têkçûna DAIŞ’ê ya li Hesekê divê wekî encama têkoşîna hevpar a hemû jinan were dîtin û got “QSD’ê li Girtîgeha Sînaayê bi Pêngava Gurzê Gelan careke din DAIŞ têk bir. Em jinên Êzîdî û yên ji Iraqê ji ber vê serkeftinê QSD’ê û bi taybetî YPJ’ê pîroz dikin.”

Em mîna hev in

Şêwra ku li bajarokê Tilizêr ê Şengalê pêk hat, hesta hevpar a jinên Êzîdî û Ereb xurtir kir. Jinên Êzîdî û Ereb yekem car pirsgirêkên xwe li platformeke hevpar anîn ziman. Ji aktîvîstên tevlî şêwrê bûn Bidor Elcerah got, "Siyaseta li Iraqê tê meşandin siyaseta biyanîkirina me ji hev e. Em jin, ji ber siyaseta şaş a Iraqê û welatên cîhanê bûne biyaniyên hev. Qîma xwe bi vê jî neanîn, di heman demê de em kirin dijminê hev. Halbûkî em jin in. Li ku dibin bila bibin, em mîna hev in."

Di şêwra jinên Êzîdî û Ereb de pirsgirêkên cewherî yên jinan û bûyerên bi serê wan ve hatin bi rengê herî eşkere hatin nîqaşkirin. Kelecana kombûna li hev li tevahiya Şengalê û Iraqê belav bû.

ŞENGAL