Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de Meclîsa Jinan a Komalgeha Guhbel a Sinûna Şengalê çû serdana malbatên pakrewanan û şitlên gulan diyarî malbatan kirin.
Çalakiyên 8'ê Adarê li Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) tê birêvebirin. Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de doh Meclîsa Jinan a Komalgeha Guhbel a ser bi navçeya Sinuna Şengalê, çû serdana malbatên pakrewanan û her wiha şitlên gulan diyarî malbatan kirin.
Di serdanê de rêvebera Meclîsa Jinan a Komalgeha Guhbel, Pakîz Celal axivî û bal bire ser girîngiya 8'ê Adarê û got, "Bi minasebeta 8’ê Adarê em dayikên Komalgeha Guhbelê, serdana malbatên şehîdên xwe dikin. Her wiha em 8'ê Adarê li rêberê xwe, li şervanên azadiyê yên ku ji bo azadiya jin û civakê têdikoşin, pîroz dikin. Her wiha em bang li jinan hemûyan dikin da ku di 8'ê Adarê de li meydanê bin."
JINNEWS/ŞENGAL