Rêveberiya Xweser a Şengal û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) derbarê erdheja li Rojava û Bakurê Kurdistanê de daxuyaniyek weşandin û bang li xelkê kirin da ku alîkariyê bikin. li Xaneqînê jî ji bo mexdûrên erdhejê yên li Rojavayê Kurdistanê alîkarî hat berhevkirin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ got; “Li Rojava û Bakurê Kurdistanê gelê me rastî karesatekê hatiye û bi hezaran kes bûne qurbanî. Em wek gelê Şengalê bi van buyeran gelek êşan û xemgînin.

Em wek Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi erk û berpirsiyartî dibînin bi hemû hêza xwe bibin alîkar bi mexdûrên erheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê re. Li ser vî esasî em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bibin alîkar di aliyê madî û manewî de. 

Ji bo alîkariyên we bigihin ber destê mexdûrên erdhejê, gelê me dikare li hemû gund û navçeyên Şengalê bi rêya sazî û dezgehên Rêveberiya  Xweser, bi rêya meclisên herêma xwe alîkariyê kom bikin. Bi hemû pêwîstiyên rojane, cil û berg, şîrê zarokan û alîkariya madî û alîkariyên din gel dikare bibe alîkar.”

 

Xaneqînê jî zend û bend badan

Li navçeya Xaneqînê ya ser bi parêzgeha Diyale, çalakvanên sivîl,  Rêveberiya Rewşenbîrî ya Xaneqînê û Komîteya Xaneqînê ya Kurdistanê Hizba Komunîst (Hizba Şîu) dest bi kampanya komkirina alîkariyê ji bo mexdûrên erdheja li Rojavayê Kurdistanê re kirin

Berpirsê Komîteya Kurdistanê Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) yê Xaneqînê Ebas Rehman ji Rojnews’ê re got: “Me bang li xelkê Xaneqînê kiriye ku alîkariya xwe pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê bikin. Bi vê armancê me dest bi komkirina alîkariyê kir. Em tenê alîkariya pere kom bikin. Wê kampanya me 3 rojan berdewam bike û xelk alîkariya xwe pêşkêş dikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN