HESNA MIHEMED/NÛJÎNHA/ŞEHBA 

 

Komîna Şano ya Tevgera Çand û Huner a Efrîn-Şehba, bi armanca xurtkirina şano û şanogeriyê li Şehbayê perwerdeyek da destpêkirin. Ev perwerde 16'ê Tîrmehê ve dest pê kir û dê mehekê bi dayîna waneyên dîtbarî û teorî li ser kesayetên şanogertiyê bê berdewamkirin. Di perwerdeyê de 23 kes ji temenên cuda li hev civiyan. Derbarê armanca perwerdeyê de rêvebera Komîna Şano Efrîn-Şehba û endamên ku beşdarî perwerdeyê bûne nihêrînên xwe anîn ziman.

 

Şano kesayet xurt dike

Rêvebera Komîna Şano herêma Efrîn-Şehba Rûmet Beko behsa destpêkirina perwerdeya şanoyê kir û got: "Armanca me ji perwerdeyê ew bû ku em di kesayetan de baweriya şanogeriyê ava bikin. Tiştê bingehîn ji bo şano baweriya bi kesayet e û ev tişt gelek girîng e. Ji ber em di rewşek koçberî û dorpêçiyê de dijîn em gelek astengiyê jiyanî dibînin her wiha endamên me gelek in û dixwazin derbasî perwerdeyê bibin. Lê ji ber ku di warê çûyîn û hatinê de pirsgirêk hene, nexasim jî hin deverên Şehbayê, xebata me lewaz dibe. Lê li gor derfetên di dest me de me xwest şanogerên xwe kom bikin û wan perwerde bikin. Bi taybet bi betlaneyên dibistanê de me perwerdeyên xwe dan destpêkirin, ji bo demên wan vala derbas nebin û bi şanogeriyê re mijûl bibin. Me bi zarokan dest pê kir, ji lewma zarok siberoja me ne. Di perwerdeyê de ji temenê 12 salî heya 20 saliyê li hev civiyan e û perwerde dibînin."

 

Şert dijwar in lê hezkirin heye

Rûmet Beko di dawiya gotinên xwe de behsa rola jin di perwerdeyê de kir û got; “Me xwest hejmar û rola jin di perwerdeyê de zêdetir bin lê ji ber pirsgirêka dûrbûna rê û tinebûna mazotê hinek kêm man. Ruxmî vê yekê jî endamên ji navçeyên Şêrewa derbasî Şehbayê dibin ew jî rojê nêzî 2 saetan li ser rêyan dimînin ji ber dûr e, lê dîsa dev ji perwerdeya xwe bernadin. Ev jî hezkirina wan ji şano re derdixîne pêş, em jî bi vê yekê gelek kêfxweş in. Wê mehekê ev perwerde bê dewamkirin. Di perwerdeyê de destpêkê waneyên dîtbarî tên şirovekirin û dayîn û piştre wê waneyên teorî bên dayîn ta ku di pêşkêşkirina şanoyan de endam xurttir bin. Di perwerdeyê de em hewl didin hevsengiyekê di kesayetên şanogeran de ava bikin. Roja dawî ji perwerdeyê jî wê bi pêşkêşkirina du şanoyan bi zimanê Erebî û Kurdî dawî bibe. Li gorî derfetên di destên me de em hewl didin kesayetên şanogertiyê li Şehbayê ava bikin."

Şanoger Jiyan Erselen ya 16 salî ku beşdarî perwerdeyê bûye, hestên xwe bi vî awayî derdibire; "Bi xwesteka xwe derbasî perwerdeya şano bûm, ji ber derfeteke ji me re ye ku kesayetên xwe di warê şanogertiyê de xurt bikin. Me gelek caran şano pêşkêş dikir lê agahiyên berfireh li cem me tinebûn, ev perwerde jî ji bo me gavek baş bû. Di perwerdeyan de mirov fêrî her tiştê dibe û zanebûna xwe berfirehtir dike. Dema mirovek bi perwerdekirî li beramberî milet derkeve ser dikê bawerî di kesayeta wî de ava dibe û wê bikaribe êşa gelê xwe bi rêya şanoyan pêşkêşî cîhanê bike. Di rewşa koçberî û tunebûnê de em hewl didin xwe pêş bixin û em şanoger li ku derê dibin bila bibin em afirîner bin."