Li Şehbayê lehî rabû
Sêşem 9 Gulan 2023 - 15:41
Li kantona Şehbayê ji ber barîna barana zêde lehî rabû, wargeh û gelek mal di bin avê de man. Ji ber lehiyê Wargeha Berxwedan a li navçeya Fafînê, Wargeha li Ehdasê û Wargeha Serdem a li gundê Til Sûsinê di bin avê de man. Herwiha ji ber baranê xisareke mezin gihişt navçeyên Ehdas û Fafînê.
NAVENDA NÛÇEYAN