Hêzên rejîma Îranê pêr li bajarên Kurdistanê herî kêm 6 welatî şehîd kirin. Doh jî ji Ciwanro dîmenên êrişên dijwar ên hêzên rejîma Îranê li dijî xelkê navçeyê belav bûn. Tevî ku hejmara şehîd û birîndaran diyar nebû, nexweşxaneya navçeyê bang li xelkê kir da ku ji bo birîndaran xwînê bide.
Di êrişên pêr ên hêzên rejîmê yên li dijî xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê navên şehîdan ên hatine piştrastkirin, ev in: Îrfan Kakaî, Behauddîn Weysî, Celal Qurbanî, Karwan Qadir Şukrî, Tahir Ezîzî û Muhsin Niyazî.
Ji şehîdan Behauddîn Weysî yê 16 salî li navçeya Ciwanro ya ser bi Kirmaşanê hat şehîd kirin. Îrfan Kakaî yê 45 salî jî li Ciwanro şehîd bû, lê ew ne di xwepêşandanê de hat şehîd kirin; gava ku ji mizgeftê vedigeriya malê hêzên rejîmê gule li serê wî û defa sînga wî dan.
Wekî din hat zanîn ku di êrişa hêzên rejîma Îranê de birayê şehîd Behauddîn Weysî Necmedîn Weysî jî bi giranî birîndar bûye.
Pêr li Pîranşarê jî hêzên rejîmê êrişî xelêkê kir. Di êrişê de Karwan Qadir Şukrî yê 16 salî û Tahir Ezîzî yê 30 salî şehîd bûn.
Gava ku cenazeyê Karwan Qadir Şukrî dibirin mizgefta gundê Shîn Abad, hêzên rejîmê careke din êriş kir û Celal Qurbanî şehîd kirin.
Herçî şehîd Muhsîn Niyazî yê 25 salî ye, ew di êrişa hêzên rejîmê ya li Dehgolanê birîndar bûbû û pêr di encama birînên xwe de li nexweşxaneya Kosar a bajêr şehîd bû.
Mehabad dagir kirin
Hêzên rejîma Îranê dawiya hefteyê bi hêzên giran ên pasdaran bajarê Mehabadê dagir kir. Dîmenên ji bajêr hatin belavkirin nîşan didin ku hêzên rejîmê, hem pasdar û hem hêzên paramîlîter guleyan li her kesê li kolanan direşînin. Karwanên hêzên pasdaran ên bi maşînên leşkerî jî li nava bajêr doh û pêr jî geriyan. Lê çavkaniyên bêbawer ên ku hejmara şehîd û birîndarên di encama êrişa hêzên Îranê de eşkere bikin bi dest neketin.
Li Ciwanro êrişa hovane
Piştî ku pêr li Ciwanroyê, Behauddîn Weysî û Îrfan Kakaî hatin şehîdkirin, doh li bajêr xelk li ser piyan bû. Lê hêzên rejîmê êrişeke gelekî dijwar bir ser xelkê. Di dîmenên ji navçeyê de bi dehan kesên bi guleyan birîndarbûne xuya dikin. Ji ber ku agahiyên ewle ji navçeyê nayên bidestxistin, hejmara şehîd û birîndar a eseh nayê zanîn. Lê nexweşxaneya navçeyê bang li xelkê kir da ku xwînê bidin ji bo birîndaran. Tirsa aliyên insanî û siyasî heye ku hêzên rejîmê komkujiyeke mezin li Ciwanro bikin.
Li gorî agaihiyên bi sînor ên ji Rojhilat bi dest ketine, ji pêr êvarê heta doh êvarê hêzên rejîmê li Ciwanro 7 welatî, li Pîranşarê 4 welatî, li Dehgolan û Bukanê jî her yekî welatiyek şehîd kiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN