Li Rojava xebatên hilbijartinan

În 10 Gulan 2024 - 00:50

Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Efrîn-Şehbayê, Lijneya Hilbijartinê ku ji 8 endaman pêk tê, ava kir. Bi vê yekê li her heft kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; Cizîr, Firat, Reqa, Tebqa, Minbic, Dêrazorê, Efrîn-Şehbayê lijneyên hilbijartinan hatin avakirin. Avakirina lijneyên hilbijartinê di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên şaredariyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk hat. Lijneyên hilbijartinan ên kantonan dest bi avakirina komîteyên hilbijartinan ên bajar û bajarokan jî kiriye. 30’ê Gulanê wê hilbijartinên şaredariyan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk werin.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.