Li Rojava perwerdeya lîstikvaniyê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 30 Hezîran 2021 - 02:05

Bi çavdêriya rahênanên pispor ên Komîna Filman a Rojava û bi hevkariya Navenda Aram Tîgran a Çand û Huner a Girkê Legê, 40 ciwan beşdarî dewreya amadekirina lîstikvaniya filman bûn.

Navenda Aram Tîgran a Çand û Huner a Rimêlanê, bi hevkariya Komîna Filman a Rojava, bi armanca amadekirina lîstikvanên pispor, dewreyên amadekirina aktor û aktrîstan dan destpêkirin.

Di dewreyê de rêzeders û temrînên heftane hene, armanca wê ew e ku behreyên ciwanan ên lîstikvaniya filman werin bipêşxistin. Her wiha armanc e ku ciwan fêrî rêgezên lîstikvaniyê bibin û ew ji bo lîstikvaniya di warê sînema, şano, rêzefîlman û wekî din de bên amadekirin.

Dewre li Navenda Aram Tîgran a Çand û  Huner a Rimêlanê dewam dike. Qederê 40 ciwanên ji navçeyên Girkê Legê, Dêrikê, Çilaxa û Tirbespiyê yên 15 ta 25 salî, cihê xwe di dewreyê de digirin.

Ciwan li gorî temenên xwe dabeşî du koman hatine kirin, her roja înê, 3 saetan tên perwerdekirin.

Dewreya amadekirina lîstikvanan, wê mehekê dewam bike. Endam wê tê de dersên li ser deng, pisportî, drama, lîstikvanî, ritmên şanoyê, lîstikvaniya li pêşiya kamerayê, her wiha dersên cuda bibînin û temrînên lîstikvaniyê bikin.

Simko Cûdî ku yek ji çavdêrên komîteya amadekirina lîstikvanan e, got: "Armanca vekirina dewreyan ew e ku behreyên ciwanan ên di warê lîstikvaniyê de xurt bikin û li Rojava jî lîstikvan werin amadekirin da ku di film, şano û rêzefilman de aktorî û aktrîstiyê bikin."

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.