- Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan rêzeçalakî li dar xistin.
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan rêzeçalakî li dar xistin.
QAMIŞLO: Çalakiya konvedanê ya Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê, beriya du rojan bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî li rex stada 12`ê Adarê li Qamişloyê bi dirûşma “Werin Cenga Azadiyê, 15`ê Sibatê hilweşe” li dar xistibû, bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Doh bi sedan kesên ji Qamişlo û endamên saziyên sivîl tev li çalakiyê bûn.
Di daxuyaniyê de desteyê destnîşan kir ku hêzên komploger bi rêya komployê armanc kirin ku fikrê demokratîk, gelê Kurd û Tevgereya Azadiyê tine bikin.
Desteyê di daxuyaniyê de komploya navneteweyî şermezar kir û soza azadkirina Rêber Abdullah Ocalan û bi binxistina pergala AKP`ê da.
AMÛDÊ: Bi heman mebestê Meclîsa Navçeya Amûdê bi koordîneya Kongra Star, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civînek li Navenda Çand û Huner a navçeyê li dar xist. Bi dehan endamên saziyên civaka sivîl, partî û endamên Kongra Star lê hazir bûn. Di civînê de hevserokê Meclîsa Navçeya Amûdê Selman Cuan got, “Dewletên Komploger nikarin fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji gelên azadîxwaz dûr bixin.” Piştre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî komploya navneteweyî hatin xwendin û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin pêşendan.
GIRKÊ LEGÊ: Meclisa Malbatên Şehîdan sînevizyonek têkildarî komploya navneteweyî nîşan da. Sandîkayên Karkeran ên Rimêlanê û bi dehan malbatên şehîdan lê temaşe kir. Piştî bidawîbûna sînevizyonê, beşdaran berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav kir.
DIRBÊSIYÊ: Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Dirbêsiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de meclisê banga azadkirina Rêber Abdullah Ocalan kir. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Keleş daxuyanî xwend. Meclîsê bang li aliyên siyasî, civakî û rêxistinên mirovî kir da ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.
REQA: Li Reqayê li ser heman mijarê Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbyayê pêşangeha pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li dar xist.
Di pêşangehê de parêzname, pirtûk û perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildar Jineolojî, Rastiya Kurdî, Taybetmendiyên Têkoşer ên Şoreşger, Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk, Jin, Malbat, Azadiya te û azadiya min, hatin nîşandan.
ANHA/HESEKÊ