- Teatra Sarya Baran Adara 2020’an ji ber vîrusa koronayê hatibû girtin, lê projeyeke çîrokan çêkir da ku xwendekarên wê di perwerdeyê de bi paş de nekevin
Teatra Sarya Baran ku yekemîn koma şanoyê ya jinan e li Rojavayê Kurdistanê, sala 2018’an de dest bi xebatên xwe kir. Teatra Sarya Baran di bin banê Hîlala Zêrîn de xebatên xwe didomîne û niha jî bi Jin TV’yê re projeyeke hevpar çêkiriye û dest bi bernameya “Hebû tine bû” kir.
Teatra Sarya Baran Adara 2020’an ji ber vîrusa koronayê hatibû girtin, lê projeyeke çîrokan çêkir da ku xwendekarên wê di perwerdeyê de bi paş de nekevin. Piştre ev proje bi Jin TV’yê re derxistin ser ekranan.
Şevîn Xelîl di 13 saliya xwe de li Navenda Çand û Huner a Hîlala Zêrîn tevlî xebatan bûye û 2018’an bi avabûna Teatra Sarya Baran re di gelek lîstikan de lîstikvanî kiriye.
Şevîn Xelîl dibêje, “Piştî belavbûna vîrusa koronayê li herêmê, me karê xwe li ser înternetê dewam kir. Me çîrokên xwe tomar kirin da ku xwendekar ji lêkolînan bi paş ve nekevin. Piştre me bi Jin TV’yê re hevkarî kir û dest bi girtina dîmenan kir.”
Şevîn Xelîl dibêje, xebata wan di warê parastina zimanê dayikê û parastina çand û rêûresmên gel de muhim e û wiha dipeyive: “Gelek êrişên bi armanca tinekirina çanda me hene û em dixwazin bersivê bidin wan. Em armanc dikin ku vê çandê biparêzin û bi xebata xwe ya Hebû tine bû, bêhtir xwe bigihînin temaşevanan.”
Projeya Hebû tine bû wê salekê bikişîne û bi projeyê çîrokên di nava civakê de naskirî wê pêşkêşî temaşevanan bên kirin.
Berae Hesen jî dibêje, “Hûrî, Med û şaristaniyên din ên Kurdan, hemû bi çîrokên xwe heta roja îro hatin. Dê û bavên me ev çîrokên li ser dîrok û serpêhatiyên gelê Kurd ji me re gotin.”
Bernameya “Hebû tine bû” êvarên sêşeman, saet di 18:45’an de li ser ekranên Jin TV’yê tê nîşandan.
ANHA/QAMIŞLO