Li Rojava bi sedhezaran penaber

Duşem 24 Hezîran 2024 - 00:43

HÎVDA HEBÛN / ANF / HESEKÊ

Hevserokê Ofîsa Karên Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed anî ziman ku ew neçar mane bi sed hezaran penaberan vehewînin û ev yek zorê dide wan. Hevserokê Ofîsa Karên Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed ji ANF'ê re axivî. Şêxmûs Ehmed diyar kir ku di serî de dewleta Tirk gelek dewlet ji destpêka krîza Sûriyeyê û vir ve penaberên Sûriyeyê ji bo xwe weke amûreke siyasî bi kar tînin û got:"Hemû hêz bi stratejiyeke plankirî nêzîk bûn. Li ser Sûriyeyê siyaseteke qirêj tê meşandin. Yên ku destpêkê ev siyaseta qirêj meşandin dewleta Tirk û hikumeta Şamê bûn. Dewletên Ewrûpayê ji xwe ji aliyê lojîstîk û pere ve alîkarî dan dewleta Tirk. Dewleta Tirk di navbera salên 2011 û 2012'an de li ser sînor kamp ava kir, bingeha koça mezin amade kir. Di binê vê planê de armanceke welê hebû ku dixwest gelê herêmê bide koçberkirin, piştre jî mirovên ji derve li herêmê bi cih bike û bi vî rengî guhertineke demografîk a bingehîn pêk bîne."

Demografiyayê diguherîne

Ehmed anî ziman ku penaberên ji aliyê welatên Iraq û Sûriyeyê ve têne dersînorkirin ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re têne şandin û got:"Ev ne ji herêma me ne. Weke Rêveberiya Xweser me ragihand ku bi alîkariya Neteweyên Yekbûyî em dikarin bibin alîkar ku van penaberan derbasî herêmên wan bikin. Di dema pêş de dibe ku hejmar hîn zêde bibe. Ji xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmareke gelekî zêde ya penaberan û kampan heye. Ji ber vê jî avakirina kampên nû ji bo yên careke din bên û dabînkirina pêwîstiyên wan wê ji bo me karekî zehmet be. Mixabin ne bi NY re ne bi hikumetên Lubnan û Iraqê re der barê derbasbûna van penaberan ti nîqaş nehatiye kirin. Niha li Sûriyeyê cihê aram û ewle Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Iraq, Lubnan û Tirkiye bêyî ku bi Neteweyên Yekbûyî re têkiliyekê dînin van penaberan dersînor dikin. Dewleta Tirk bêyî ku agahiyê bide NY'yê bi sed hezaran kesî dişîne. Bicihkirina van mirovan li deverên mirovên cuda wê bibe guhertina demografîk. Neteweyên Yekbûyî bi erk û berpirsyariya xwe ranabe."

NY bi tenê temaşe dike

Ehmed ragihand ku NY, saziyên navneteweyî berpirsyariyên xwe yên mirovî û hiqûqî bi cih naynin û got:"Sûriye di nava şerê navxweyî de ye. Êrişên dewleta Tirk ên bi balafirên şer û SÎHA'yan ên li ser vê xakê li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Heta niha helwestek nehate nîşandan. Dewleta Tirk mirovên ji deverên cuda li herêmên Kurdan li herêmên dagirkirî bi cih dike. Ev bi xwe ji xwe guhertina demografîk e. Bi êrişa li ser herêmên Rojava dixwaze gelê li wir koçber bike û li şûna wan jî mirovên ji deverên din bi cih bike. Weke Rêveberiya Xweser em nîqaş dikin ku eger pêleke koçberiyê li herêmên me destpêk bike em dikarin çi bikin. Lê belê wezîfeya Neteweyên Yekbûyî ye ku piştgiriya madî û qanûnî bide penaberan. Mixabin di nava 17 kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tenê 5 kamp ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê naskirin. Ji alîkariya tê şandin re para 12 kampan nîne. Her wiha alîkarî bi rêya Şamê tên. Ev jî dibe sedem ku alîkarî hemû negihêje penaberan. Beriya her tiştî divê Deriyê Til Koçerê bê vekirin û alîkarî ji vê derê bê derbaskirin. Divê Bruksel para penaberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji herêmên cuda re neşîne. Nûnerên Neteweyên Yekbûyî yên li herêma me divê çareseriyekê peyda bikin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.