Li Rewandizê kargeheke şîraniyê

Nûçeyên Jin

Şemî 22 Nîsan 2023 - 02:35

Li Rewandizê jinek li mala xwe kargehek şîrîniyê avakiriye û ji bo gelek jinan jî derfeta kar avakiriye. 

Rabî Hemed ji xelkê navçeya Rewandiza ser bi Hewlêrê ye. Wê di mala xwe de odeyek veguherandiye cihê çêkirina şîrînahiyê. Rabî destpêkê tevî du keçên xwe dest bi kar kiriye, piştî daxwaza zêde ji bo şîrînahiyên, 8 jinên din jî bi wê re dest bi kar kirine. Rabî dixwaze gelek jinên din jî bixebitîne, lê ji ber ku odeya wan piçûk e, nikare vê yekê bike.

Rabî got; “Min bi 2 keçên xwe re bi piştgiriya hevserê xwe dest bi vî karî kir. Ez bi marketek re axivîm da ku bikarim berhemên xwe bidim firotin. Piştî demekê daxwaza li ser berhemên em çêdikin zêde bû, ev jî bû sedem ku ez hîn zêdetir berhemê çêbikim, ji bo vê min biryar da ku ez karên xwe berfirehtir bikim û hinek jinên din jî bigrim kar.”

Rabî dibêje; “Niha 8 jin bi min re kar dikin. Bi taybet ji ber meha Remezanê daxwaza ji bo kulîçeyan zêde bû, gelek caran em nikarin bersivê bidin. Ji ber hejmar kêm e û cihê me jî piçûk e. Ji Hewlêr, Silêmanî, Kelar, Soran û gelek cihên din, sîparîş tên.” Keçên Rabî jî dibêjin, ji bilî alîkariyê ew debara xwe jî bi wî karî pêşwazî dikin.

Jina bi navê Kenar Umer ku niha bi Rabî re kar dike got;’’Kalîteya berhemên me gelek baş e. Di warê tenduristî û paqijiyê de, berhemên xwemalî gelek ji yên derve baştir in.”

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.