Li Rêveberiya Xweser 40 partî

Çarşem 13 Adar 2024 - 00:44

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan tevger û partiyên Kurd, Ereb, Suryan, Asur û Ermenan hene. 

Komîteya Kar û Barên Partiyên Siyasî ya girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 7’ê Adarê biryarek derxist. Di biryarê de muhlet heta 1’ê Nîsanê da partiyên siyasî yên li herêmê kar dikin, da ku serî li komîteyê bidin û daxwazanameya ruxsetkirinê bi dest bixin. Her wiha hate diyarkirin ku eger partî neyên ruxsetkirin, dê li dijî wan biryar werin girtin.

Qanûna ruxsetkirina partiyên siyasî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 20’ê Gulana 2018’an hatibû derxist.

Li gorî daneyên fermî, ji 65 partî û tevgeran, 40 heb hatine ruxsetkirin. 

Beriya demekê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ruxset ji Partiya Yekitiya Nîştimanî ya Azad a Rojava û Partiya Komarî ya Kurdistanê standin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di beşa duyemîn a Hevpeymana Civakî de ku 12’ê Kanûna 2023’yan hatibû pesendkirin, mafên azadiya derbirîna siyasî mîsoger dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.