Li Reqayê piştgiriya cotkaran

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 19 Adar 2024 - 00:15

EHMED EL ESAF / ANHA / REQA

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya Desteya Çandinî û Avdanê û gerînendetiyên li kantonan yekser destekê didin cotkaran ku rewşa çandiniyê baş be û cotkaran bi rêya pêşkêşkirina ruxsetên çandiniyê teşwîq bikin, mazot, semad û tovên başkirî didin wan.

Nivîsgeha Çandinî û Avdanê ya Daîreya Sotemeniyê ya Kantona Reqayê heta niha 3 milyon û 500 hezar litre mazotê avdanê bi 925 lîreya Sûriyeyê bo her litreyekê da cotkaran ku jenetorên avdana zeviyên xwe pêxistin. Li gorî gerînendeyê Nivîsgeha Çandiniyê ya Gerînendetiya Sotemeniyê ya Kantona Reqayê Yasîn El Xelef, wê mazot li gorî ruxsetên Nivîsgeha Şêwirê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Reqayê pêşkêş kiriye bê dayîn. Nivîsgeh li gorî kartên elektronîk her cotkarekî para wî ya mazotê didê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.