SÎLVA EL BRAHÎM / NÛJINHA / REQA
Koşka Keçan li bajarê Reqayê yek ji kevnartirîn cihên dîrokî ye ku di sedsala 8’an de ji aliyê xenadana Ebasiyan ve hatiye çêkirin. Koşka ku di heman demê de mîna ‘Koşka Abbasiyan’ jî tê naskirin, di demên şer de bûye kelha parastinê, di rojên aştiyê de jî bûye baxçe.
Rêvebera Nivîsîngeha Entîkeyan û Komîteya Çandê di Meclîsa Sivîl a Reqayê de Wîsam El-Başa li ser dîroka Koşka Keçan got, “Bajarê Reqayê bi reseniya xwe tê naskirin, jê re dibêjin ‘Durra Firatê’ yan jî ‘Bûka Firatê’. Ew bingehê şaristaniyan û mîrata çandî ye bi arkolojiya xwe; çend ji van berhemên dîrokî û kevnar zênca Reqayê, muzexaneya Reqayê, Bab Bexdad, koşka Keçan û Mizgefta Kevin in. Tevî şer û desthilata DAIŞ´ê ya rûxandin, kolandin û xapandinê jî, ev rûyê şûnwarên dîrokî, şaristanî û mîrate parastiye. Koşka Keçan li dijî germahiya havînê û sermaya zivistanê di serdema xelifeyê duyem ê Ebasiyan, Ebû Cehfer el-Mensûr de yanî di sedsala 8´an de ji madeya acir hatiye avakirin. Li ser kavilên koşkê nexweşxaneya nexweşên mejî û derûnî hat avakirin û dibistaneke xwendinê di serdema Nûr el-Dîn Mehmûd Zengî de di sedsala 12’an avakirina koşkê nû kirin.”
DAIŞ’ê zirar lê kir
Wîsam El-Başa bal bire ser êrişên DAIŞ’ê û got, “Di encama şerên li bajêr, koşk qelişî. Muzexaneya Reqayê û embarên Hêraql jî talan kirin. Berê Koşkê 44 metro ye û dirêjahiya wê jî 100 metro ye. Di koşkê de 4 holên li hember hev hene, hewşeke navendî çargoşeyî di nîvî de ye û gelek ode jî hene. Li aliyê başûr jî dergehek sereke bilind heye li hemberî wî holek heye li pişt odê ye, li gel wê jî du odeyên din, hewşek û du korîdor hene. Ev parçeyên xuya dibin di salên 1980yî de hatine kifş kirin. Lê hemû aliyên koşkê hîn derneketine holê.”