Li refê me bin!

Sêşem 9 Nîsan 2024 - 00:06

Dayikên Dadê ku li Êlihê Nobeta Dadê digirin gotin heta ku tecrîda li ser Ocalan ranebe ew ê nobeta xwe bidomînin û bang li dayikan kirin ku li nav refê wan cih bigirin.

Dayikên Dadê yên ku li Êlihê ji bo rabûna tecrîda li ser Rêber Ocalan Nobeta Dadê digirin, bang li hemû dayikan kirin û gotin,’’Divê hemû dayik li dijî zilmê li nav refê me cihê xwe bigirin.’’ 

Nobeta Dadê ya li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin di roja 66’an de didome. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên DBP, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û nûnerên rêxistinên civaka sivîl  serdana nobetê kirin. 

Di çalakiyê de ji çalakvanan Horî Acar axivî û got ku heta agahiyê ji Rêber  Ocalan negirin ew ê çalakiya xwe bidomînin. Acar, wiha domand: “Deriyên girtîgehan vekin bila kesek li wir nemire. Vê zilmê bi dawî bikin. Dadê birêsin.”  

Piştre jî Acar wiha bang li hemû dayikan kir: “Divê her dayika li dijî neheqiyê li cem me cih bigirin.”  

MA/ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.