ZEYNEP DURGUT / MA / ŞIRNEX

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê berhevkirina fistiqên binerdê dest pê kir. Fistiq her sal bi kedeke mezin tên çandin di demsala payîzê de jî tên berhevkirin. Niha jî çav û guhên cotkaran li ser bihayê fistiqan e ku bê diyarkirin. Li navçeyê ku di sala 2019'an de qada hilberîna fistiqan 30 hezar donim bû, ev rêje di sala 2020'an de bû 60 hezar donim. Li herêmê hilbirîna fistiqan a ku bûye çavkaniya debara xelkê herêmê sal bi sal bihayê wê dikeve. Îsal jî cotkar û karker ji kêmbûna bihayê fistiqan nerazî ne. Li gundê Rihaniyê yê bi ser navçeya Silopiyayê ku li quntarê Çiyayê Cûdî ye jinan dest bi berhevkirina fistiqan kir. Fistiq di heman demê de ji jinan re çavkaniya debarê ye. Lê belê jin ji kêmbûna bihayê fistiqan bi gilî û gazin in. 

 

Çima keda destê me erzan e?

Buşra Durak (50) a ku ji Silopiya hatiye komkirina fistiqan diyar kir ku ew heqê keda destê xwe nastînin û got: “Hîle li me dikin. Herkes li ser keda me bazirganiyê dike. Qîmeta keda destê me nemaye."

Zeynep Yilmaz (45) a ku ji gund çûye berhevkirina fistiqan jî anî ziman ku cotkarî roj bi roj dimire û debara gel a çavkaniyê jî ji holê radibe û wiha got:’’Ji ber ku keda destê xelkê ye ji ber wê her tim qels dikin. Cotkarî roj bi roj dimire. Debara vî gelî jî ev fistiq in. Heke ku ew jî nebe xelk nikare debara xwe bike."
Miran Durak (60) a ku ji Cizîrê hatiye jî dibêje:“Em karker in. Kesê ku xwedî zarok be nikare bi vî pereyî debara xwe bike. Tiştek pê nayê."

Ji jinan Meryem Yavuz (40) ku ji Hezexê hatiye jî got: "Em zehmetiyê dikêşin, lê belê keda destê xwe nastînin. Keda wê pirr e, lê qîmeta wê nîne. Em dixwazin ku bihayê wê bilind bikin da ku em jî bikaribin debara xwe bikin."