Dewleta Tirk a dagirker doh danê sibehê du caran gundê Bokriskan ê li Binarê Qendîlê bombebaran kir û du welatî birîndar bûn, yek ji birîndaran şehîd bû.
Nûçegihanê Rojnewsê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi balefirên bê mirov du caran gundê Bokrîskan ê Binarê Qendîlê bombebaran kiriye.
Kesên birîndar Mîrza Îbrahîm û Estî Mihemed ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê. Ji birîndaran Estî Mihemed di rê de ji ber giraniya birînên xwe şehîd bû û birîndarê din jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.
ROJNEWS / BINARÊ QENDÎL