Li Qefqasan ji nû ve şer

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 13 Îlon 2022 - 21:27

  • Ji ber bombardûmana Azerbaycanê ya li dijî Ermenistanê û şerê giran, herî kêm 49 leşkerên Ermen mirin. 

Ji ber bombardûmana Azerbaycanê ya li dijî Ermenistanê û şerê giran, herî kêm 49 leşkerên Ermen mirin.

Fransa wê mijarê bibe Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.

Di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, ji dema şerê Qerebaxê yê sala 2020’an û vir ve, şerê herî giran qewimî.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan li parlamenê axivî û got, di rewşa heyî de 49 leşkeran jiyana xwe ji dest daye. Paşînyan got, "mixabin" ev ne bîlançoya dawî ye.”

Paşînyan nerazîbûn nîşanî "êrîişkariya" Azerbaycanê da û bang li civaka navneteweyî kir da ku zend û bendan bade.

Azerbaycanê jî li kuştiyên xwe mikur hat, lê hejmar neda.

Rûsya ya ku di navbera herdu welatan de bi rola hakem radibe, diyar kir ku di navbera aliyan de danûstandin li ser agirbestê hatine kirin. Li gorî Moskovê, agirbest doh ji saet 06:00´an û pê ve lê bûye. Lê belê ne Baku ne jî Erîvanê ev yek piştrast nekirin.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî piştî ku bi rêya telefonê bi Nîkol Paşînyan re axivî, diyar kir ku ew ê vê rewşê bixin rojeva Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî. Fransa serokatiya demê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dike.

Navbeynkariya Ewrûpayê av û av diçe

Erîvan û Baku di nava 30 salên dawî de 2 caran li ser Qerebaxê ketin şerê mezin. Şerê dawî sala 2020’an qewimî.

Şerê nû gefê li pêvajoya aştiyê dixwe ku Yekîtiya Ewrûpayê navbeynkariyê jê re dike. Paşînyan diyar kir ku bi vê tengasiya dawî re Azerbaycan pêvajoya aştiyê têk dibe.

DYE'yê jî nîvê şevê bi daxuyaniyekê got, ew gelekî bi fikar in û banga agirbestê kir.

Tirkiye ku hevalbendê Azerbaycanê ye, Ermenistan sûcdar kir û xwest "dawî li provokasyonan bîne."

Du rojan beriya bombardûmana Azerbaycanê ya li dijî Ermenistanê, dewleta Tirk bi balafiran gelek çek şandibûn Bakuyê. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.