- Milîsên rejîmê yên li taxa Teyî ya Qamişloyê doh bi topan êrişî taxa Qidûrbegê kirin, li ser rêya Wehde zarokek qetil kir û êriş bire ser nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundir. Ev hemû jî piştî ku wan agirbest bi şertên Hêzên Ewlekariya Hundir qebûl kir, qewimîn.
Êrişkariya milîsên hikûmeta Şamê li taxa Teyî ya Qamisloyê, nahêle ku agirbesta demkî ya bi navbeynkariya Rûsyayê bi cih bê. Di êrişên dema agirbestê de, milîsên rejîma Beesê li ser rêya Wehde zarokek şehîd kir û yeke din jî birîndar kir. Gava nûçeya me dihat amadekirin jî, li nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundir gule reşandin û şerekî dijwar diqewimî. Tevî ku Rûsya navbeykarê agirbestê ye, gelek çavdêrên siyasî dibêjin, bêyî ku Rûsya erê bike, milîs wê êrişan nekin, agirbestê binpê nekin.
Milîsên rejîmê yên bi navê "Dîfaa El-Wetenî" agirbesta bi navbeynkariya polîsên leşkerî yên Rûsyayê li taxa Teyî ya Qamişloyê çêbûyî, doh gelek caran binpê kir. Herî dawî piştî nîvrojê êrisî nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundir kir.
Şerê li taxa Teyî ya Qamişloyê piştî agirbesta bi navbeynkariya polîsên leşkerî yên Rûsyayê rawestiyabû. Lê doh milîsên rejîmê, agirbest binpê kir û gule li Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li kolana El-Wehde ya li kêleka taxa Teyî ya li başûrê bajêr, barandin. Hêzên Ewlekariya Hundir jî bersiva van êrişan da.
Zarokek qetil kirin
Milîsên rejîma Beesê, du zarok li kolana El-Wehde birîndar kirin. Yek ji van zarokan paşê li nexweşxaneyê şehîd bû. Milîsan zarokên bi navê Ehmed Hemûd Hemûd ê 14 salî û Mehmûd Mehmûd ê 10 salî li ser rêya El-Wehde kirin hedef û her du zarok jî di encama êrişê de birîndar bûn. Her du zarok ji bo dermankirinê birin nexweşxaneya şehîd Xebat. Zarokê bi navê Mehmûd Mehmûd ê 10 salî li nexweşxaneyê şehîd bû.
Doh danê sibehê jî topek li malekê taxa Qidûrbegê ya Qamişloyê ket. Top li maleke li nêzî mizgefta Şêx Îbrahîm Heqî ya li nêzî nuqteyeke berê ya Hêzên Ewlekariya Hundir ket. Di encamê de xisara maddî pêk hat.
Gava ku nûçeya me dihat amadekirin li Qamişlo li ser êrişên milîsên rejîma Beesê, şerekî dijwar diqewimî.
Agirbest heye lê nîne
Li ser alozbûna rewşê, doh nîvrojê şandeyeke hevbeş a polîsên leşkerî yên Rûsyayê û efserên payebilind ên hêzên hikûmeta Şamê, li çerxerêya El-Wehde bûn. Şandeya Rûsya û hikûmeta Şamê bi fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundir re ji bo agirbestê civiyan . Şandeyê rewşa agirbesta ku milîsên ser bi rejîma Şamê binpê kirî, şopand.
Gava nûçeya me dihat amadekirin, dihat gotin, aliyan li ser li hevkiriye ku deverên ku Hêzên Ewlekariya Hundir kontrol kirine, wê di dest wan de bimînin; hêzên rûsyayê jî wê ji bo misogerkirina agirbestê di xeta navbera herdu hêzan de dewriye bigerin.
Li aliyê din çavdêrên siyasî yên deverê dibêjin, bêyî erêkirina Rûsya û hikûmeta Şamê ev milîsên hanê bi serê xwe wê tevnegerin û êrişan nekin. Yanî bi ya wan binpêkirina agirbestê jî bi tandan û teşwîqa wan pêk hatiye.
QAMIŞLO