Li Qamişlo peykerê şehîdan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 17 Hezîran 2024 - 00:55

Peykera şehîdên Hêzên Operasyonan ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li çerxerêya li taxa Eneteriyê ya li rojhilatê Qamişlo hat danîn. Di çalakiyê de malbatên şehîdan, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û xelkê bajêr amade bûn. Di peykerê de 10 endamên Hêzên Operasyonan ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên di berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞˊê li dijî kantonên Cizîrê û Dêrazorê de di salên cuda de şehîd bûne, hene. Di çalakiyê de endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî, fedekariyên şehîdan pîroz kir û soz da ku ew bi mîrasa şehîdan ve girêdayî ne û destkeftiyên wan diparêzin.

Li aliyekî din jî hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Hesen Şero got endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn wê li ser soza xwe bi hevrêyên xwe re wefadar bin, ewlehî û îstîqrarê bi hevkariya pêkhateyên herêmê re misoger bikin. Di dawiyê de dayikên şehîdan û hevjînên wan perde ji ser peykerê di nava diruşmeyên ˊşehîd namirinˊ de rakirin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.