- Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê, Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan a 7’an lidar dixe.
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê, Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan a 7’an lidar dixe.
Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan cara ewil sala 2016`an li Qamişloyê li dar ketibû. Desteya Çand û Hunerê dê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi dirûşma "Jin kulîlka bihara çandê ye" di navbera 1 û 2’yê Adarê de li Navenda Mihemed Şêxo mihrîcanê organîze bike.
Şertên tevlîbûnê û mijar ev in; Têkildarî mijarê endama komîteya amadekar a mîhrîcanê Botan Hoşê got ji ber rewşa ewlehiyê ya herêmê, di warê kar û xebata amadekariyê de çend rojan dereng man, lê kar û xebatên wan roj bi roj ber bi bidawîbûnê ve diçe.
Li gorî komîteyê şertên tevlêbûnê wiha ne:
* Divê temenê beşdaran ne kêmî 18 saliyê be.
* Divê berhem bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî bin.
* Beşên pêşbirkê çîrok, helbest û gotarên wêjeyî ne.
* Beşdar dikarin tenê bi berhemekê beşdar bibin.
* Divê berhem li ser wordê werin amadekirin.
* Divê berhem li tu deran nehatibin weşandin û li zimanekî din nehatibin wergerandin.
* Divê berhemên bi Kurdî bi puntoya 12 û yên erebî û suryanî bi puntaya 14 werin amadekirin.
* Divê gotar û çîrok di navbera 1500-2000 peyvan de bin.
* Divê helbest ji 2 rûpelan ne zêdetir bin.
ANHA/QAMIŞLO