Li Qamişlo 4 şehid hene

Şemî 3 Sibat 2024 - 01:55

ALA EL ELÎ / ANHA /REQA

Avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê ji aliyê balafirên bê mirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker ve hate hedefgirtin. Li gorî agahiyan avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Mahta ya rojhilatê bajarê Qamişloyê hate hedefgirtin. Hate diyar kirin ku di encama êrişê de 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûne.

Jinên Reqayê diyar kirin ku hewldan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê têkoşîna wan têk nabin.

Endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dua El Hesen anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de hevgirtina gel a di navbera pêkhateyên herêmê de hedef digire û wiha got:"Li hember van êrişan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtin, girêdana xwe bi xakê û bi Rêveberiya Xwe ya Xweser ve nîşan da. Bi wê yekê armanc û hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên pêkanîna projeya Osmaniya Nû li herêmê têk bir."

Endama Komîteya Perwerdê ya girêdayî Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Kînana Ebdo jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê yên bi armanca şikandina vîna gel û hegemoniya li ser herêmê weke hewldanên pûç bi nav kirin. Kînana anî ziman ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser soza xwe ya rizgariya ji zihniyeta baviksalariyê ne, ew zihniyet jî îro bi nûnertiya dewleta Tirk, çeteyên wê ji Cebhet El Nusra û DAIŞˊê pêk tê. Endama Saziya Olê ya Kantona Reqayê Sûad El Kurdî jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesazî, nuqteyên xizmetguzarî û hedefgirtina jinên pêşengên Şoreşa 19ˊê Tîrmehê bî bîr xistin. Sûad bang li tevahî jinên li hundirê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û derveyî wê kir ku hevgirtî bin û bi ruhê jina azad li hember van êrişan bisekinin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.