Li Pirsûs û Izmîrê qirkirina siyasî

Şemî 1 Nîsan 2023 - 01:41

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 27’ê Adarê de di serdegirtina malan de hevserokên navçeyê yên Partiya Herêman Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 23 kes hatibûn binçavkirin. Piştî karûbarên îfadeyan ên li miduriyeta polîsan 23 kes bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “fînansekirina rêxistinê”, sewqî Edliyeya Rihayê hatin kirin.

Dozger bi daxwaza girtinê 23 kes sewqî Dadgeha Cezayê ya Sulh kirin. Dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê 23 kesan de biryara girtinê da. 

Navên kesên hatin girtin wiha ne;“Hevşaradara Pirsûsê ya berê Hulya Demîr, Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Yaşar Gunduzalp, Hevseroka DBP'ê ya Navçeyê Rojda Bînîcî, Avnî Gokhan, Ayşe Aksû, Bulent Koçyîgît, Ferdî Karakelle, Ferît Balî, Feryal Çelîkbaş, Îbrahîm Bulbul, Îsmet Balî, Mahîde Kûrttekîn, Mahmût Balî, Mehmet Akîf Yildiz, Mûstafa Balî, Nermîn Şakir, Mustafa Balî, Osman Akgun, Sabrî Kaya, Salîh Kaplan, Savaş Îlhan, Veysel Balî û Zeki Balî.

Li Izmîrê jî doh serê sibehê polîsan avêtin ser gelek malan.

Di serdegirtinê de Gulazer Sancak, Huseyîn Çelebî, Salîh Mentaş, Cîhan Mentaş, Ûgûr Narîn û Erdal Gezîcî jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta polêsan a Izmîrê ya li Çankayayê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.