Li pey xwe mîraseke mezin hişt

Duşem 27 Mijdar 2023 - 01:30

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Hevseroka berê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa ku di encama nexweşiyê de wefat kir, peyama sersaxiyê weşand.

Di peyama Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat gotin:“Leyla Mistefa di oxira xurtkirina stûnên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de têkoşiya, ji bo serxistina tecrûbeyê û beşdarkirina hemû pêkhateyan di têkoşînê de ked da û erka xwe bê kêmasî pêk anî. Wê mohra xwe li xebatên jinûve avakirina Reqayê piştî rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê da û di aliyê navneteweyî de hat xelatkirin û wekî Şaredara Cîhanê ya sala 2021`an hat hilbijartin. Têkoşer Leyla Mistefa li pey xwe mîrasekî mezin hişt û bû nimûneya kesayeta berpirs a xizmeta civak û gelê xwe, her wiha di xurtkirina têgeha hevserokatiyê de rol lîst. Em sersaxiyê didin malbat û hevrêyên Leyla û tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”

Meclîsa Kongra Star jî ji ber wefata Leyla Mistefa peyamek weşand û wih got:’’Leyla Mistefa ku hêjayî pênaseya Şaredara Cîhanê hate dîtin, ne jineke ji rêzê bû. Sembola dilsozî, kedê û mînaka jina xwedî armanc bû. Leyla li hemberî hemû astengiyan li berxwe da. Nexasim piştî ku DAIŞ’ê xerabî li herêmê belav kir, wê di nava xebatên jinûve avakirina bajêr de cih girt û li hemberî fikrên tundrew ê DAIŞ’ê têkoşiya, da ku ewlehî û aramî li herêmê pêk were. Em sersaxiyê ji xwe, malbat û hevrêyên Leylayê re dixwazin.

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê jî wiha got:’’Civaka me ya Kurd û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kesayeta Kurd a welatparêz, mamosta, endazyar, hevseroka berê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê, Leyla Mistefa jidest da. Leyla Mistefa yek ji stûnên avakirina sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Girê Spî û bajarê Reqayê bû. Em bi êş, sersaxiyê ji malbata Leyla Mistefa re dixwazin, ji xweda dixwazin ku wê di bihişta xwe de şad bike, sebir û aramiyê bide malbata wê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.